98 terorîst hatin berterefkirin
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê di hefteyeke dawîn da di operasyonên dijî terorê yên li Diyarbekir, Bîngol, Sêrt, Mêrdîn, Bidlîs, Batman û Qersê da 27, di çarçoveya operasyonên Hereketa Mertalê Feratê da jî 71 terorîst berteref kirin.10 Adar 2017•Rojanekirin: 10 Adar 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê di hefteyeke dawîn da di operasyonên dijî terorê yên li Diyarbekir, Bîngol, Sêrt, Mêrdîn, Bidlîs, Batman û Qersê da 27, di çarçoveya operasyonên Hereketa Mertalê Feratê da jî 71 terorîst berteref kirin.
- 2 hezar û 325 hedef hatin îmhekirin
Wek mayîn hat destnîşankirin ku ji destpêka Hereketa Mertalê Feratê vir da 2 hezar û 647ên wan mirî bi tevahî 3 hezar û 60 endamên DEAŞê, 425ên wan mirî bi tevahî 462 endamên PKK/PYD/YPG ya rêxistinên terorê hatin berterefkirin, Fermandariya Hêzên Hewayê jî 2 hezar û 325 hedef îmhe kir.