Fatih Gazioğlu
31 Gulan 2018•Rojanekirin: 31 Gulan 2018
BATMAN
Piştî ku Bendava Ilisuyê û Projeya HESê biqede, Heskîf wê di bin avê da bimîne. Ji ber vê ji bo welatiyên li wir dijîn avahiyên nû tên çêkirin.
Li Heskîfa navçeya Batmanê xebatên çêkirin avahiyên nû bênavber dewam dikin. Avahiyên nû 3 kîlometre ji navenda Heskîfa berê dûr, li ser 3 hezar dekar erdê tên çêkirin.
Di nav avahiyên nû da Qaymeqamtî, Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê, Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê, Dibistana Bilind a Pîşeyê ya Kargeriya Tûrîzm û Otêlvaniyê ya Zanîngeha Batmanê û Nexweşxaneya Dewletê ya Heskîfê hene.
Navenda Bazirganiyê ya ku 98 kargeh tê da hatibû çêkirin xilas bû û kargeh teslîmî xudanên wan kirin. 710 avahî jî wê heta 3 mehan bên xilaskirin.
Bi vî awayî Heskîfî şûna xaniyên 30-40 mêtrokareyî, wê di malên 160 mêtrokareyî ku konfora wê hê zêde da jiyana xwe bidomînin. Ji bona avahiyên nû heta niha 2 milyar û 750 milyon lire pere hat xerckirin.
Midûrê Giştî yê Saziya Dewletê ya Karûbarên Avê Murat Acu daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got wan Heskîfa nû li ser telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser mîmariyeke ber bi erdê ava kiriye. Acu wiha axivî:
"Li Heskîfa nû em 3 mizgeft, qadên lîstikê û salona sporê çêdikin. Li ser hemû xebatan ez yek bi yek disekinim û kontrol dikim. Tiştên wiha carekê tên çêkirin. Li Heskîfa nû em ê ciyên dîrokî biparêzin. Em Heskîfeke modern ava dikin. Wê gelekî law û delal çêbibe."
- "Derûdorên xaniyan hemû park in"
Ji welatiyan Murat Durgun got ku ew bi kelecekaneke mezin li hêviya xaniyên xwe yên nû ne. Xaniyên nû gelekî modern hatine çêkirin û wiha dewam kir:
"Xaniyên me yên nû heta 4-5 mehan de wê biqedin înşellah. Derûdorên xaniyan gelek park hatine çêkirin. Herî zêde kêfa min bi çêkirina parkan re hat. Piştî xebat qediyan wê Heskîf bibe navçeyeke gelekî xweş."