18 Adar 2017•Rojanekirin: 19 Adar 2017
ÎSTANBUL
Li Beyogluyê agir bi malekê ket û 3 zarok tê da mirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, li taxa Tarlabaşi Bostanê di kuçeya Gulfîdanê da li qata çatiyê ya avahiya 4 qatî da şewat derket.
Li gor gotinê agir ji sobeyê pekiyaye û bi malê ketiye û tê da Îsa (5), Abdurrahman (3) û Vedat Şahîn (2) mirin.
Hat gotin ku beriya şewatê zarok li malê tenê bûn.