Türkan Tosun
05 Îlon 2018•Rojanekirin: 10 Îlon 2018
VAN
Li Çataxa navçeya Wanê ya ku bi baxçeyên gûzan, hingiv û tesîsên masiyên ala va navdar e wê di navbera 12-16ê îlonê da Şampiyoniya Raftîngê ya Tirkiyeyê çêbibe.
Navçeya Çataxê ya ku piştî operasyonên dijî terorê lê aramî çêbû û bi wezîfedarkirina wekîlê şaredar va reng û rûyê wê guherî li Tirkiyeyê xwedî parkurên herî dirêj e, ji ber vê jî ji bo werzişa raftîngê cihekî baş e.
Li Çataxê di navbera 12-16ê îlonê da wê Şampiyoniya Raftîngê ya Tirkiyeyê çêbibe.

Qaymeqam û Wekîlê Şaredar Haci Asim Akgul ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew dixwazin Çataxa ku berê bi bûyerên terorê va dihat nasîn niha bila bi xweza, werziş, çand û hunera xwe va bê nasîn.
Akgul gel vexwend Şampiyoniya Raftîngê ya Tirkiyeyê û got ew jî wê bi 10 tîman va beşdarî pêşbirkan bibin.

Akgul wiha axivî: "Me Werzişa Şaredariyê ya Çataxê ava kir. Niha nêzîkî 200 werzişvanên me yên bilîsans hene. Em dixwazin çalakiyên bi vî rengî va navçeyê bidin nasîn û turîzma xwezayê pêşva bibin. Her aliyê welatê me bihûşt e, Çatax jî yek ji wan e. Înşallah êdî ne bi terorê, bi van xweşikiyan ve emê bên bibîranîn. Çemê Çataxê ya li navçeya Gurpinarê yek ji parkura herî dirêj a Tirkiyeyê ye. Ew digihîje heta Perwariya navçeya Sêrtê. Her parkur xwedî taybetmendiyên cuda ne. Ji bo kesên pispor li vir zixurên kur hene. Di navbera Çatax û Perwariyê da pêşbirkên raftîngê yên bikelecan çêdibin. Bi taybetî dema di mehên nîsan û gulanê da berf dihele ji bo kesên raftîngê hez dikin pêşbirkên baş û bi macera çêdibin."

- "Ji 13 bajaran 300 werzişvan wê beşdarî şampiyonayê bibin"
Akgul got hin kesên ji herêmên din tên Wanê ewil bitirs tên lê paşê digrîn, diçin û wiha axivî: "Ew dema misafirperweriya gelê vir û xwezaya vir a xweş dibînin fikrên wan diguhere."
Nûnerê Bajêr ê Raftîngê û Rahênerê Raftîngê yê Werzişa Şaredariyê ya Çataxê Suleyman Bayat jî got ji 13 bajaran 300 werzişvan wê beşdarî şampiyonayê bibin û wiha axivî: "Em hemû mirovên li her aliyê Tirkiyeyê ji bo vê çalakiyê dawet dikin. Em naxwazin êdî navçeya me bi navekî nebaş bê bibîranîn. Bila bi xweza, werziş û çanda xwe va bê bibîranîn. Em naxwazin zarokên me ko bibin, êdî em jî ji vir werzişvanan bişînin tîma neteweyî."