14 Hezîran 2017•Rojanekirin: 14 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Di operasyona dijî parezerên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) de ji 189 parezerên ku der barê wan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn jê 78 kes hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de der barê 189 parezeran de ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Ji bo ku ew bên girtin navend Stenbol li 8 bajaran operasyon hatin kirin.
Di operasyonê de 78 parêzer yên ku di nav de bernameya ragihandinê "ByLock" jî xebitandine hatin binçavkirin. Li mal û kargehên wan lêgerîn dewam dike.
Ji bo şikbarên din jî bên girtin xebat dewam dikin.