Türkan Tosun
06 Sibat 2018•Rojanekirin: 06 Sibat 2018
TBMM
Li HDPyê xebatên kongreyê dewam dikin û ji bo hevserokatiyê zêdetir li ser navê Cigirseroka TBMMyê Parlamentera Stenbolê Pervîn Buldan, Berdevkê Partiyê û Parlamenterê Stenbolê Ayhan Bîlgen û Alîkarên Giştî yên Hevserok Sezaî Temellî û Saruhan Oluç tên axaftin.
Ji bo Kongreya Mezin a Asayî ya 3yemîn a HDPyê ya ku wê di 11ê sibatê de çêbibe xebat dewam dikin.
Ji bo navên hevserokatiyê xebat û civîn tên kirin.
Di konferansa ku di 2yê sibatê de jinên HDPyî li dar xist de navê Pervîn Buldanê hat eşkerekirin.
Ji bo Hevserokê Giştî yê mêr hê niqaş dewam dikin.
Li gor agahiyan kesên çepkir ên di nav partiyê de ji bo namzediya Ayhan Bîlgenê Berdevkê Partiyê gotin na. Li ser vê ji Parlamenterê Mêrdînê Mîthat Sancar re teklîf hat kirin lê Sancar ev teklîf qebûl nekir.
Li ser vê navên Alîkarên Giştî yên Hevserok Sezaî Temellî û Saruhan Oluç derkete pêş.
Ji bo ku namzed bê diyarkirin wê civînek bê kirin.
Ji hêla din tê gotin ku navê Ayhan Bîlgen wê car din bê axaftin.
Heke Pervîn Buldan wek hevseroka jin bê qebûlkirin, Fîlîz Kerestecîoglu wê bibe Cigirseroka TBMMyê.
Ji bo Cigirserokatiya Koma HDPyê jî navê Parlamentera Stenbolê Huda Kaya, Parlamentera Edeneyê Meral Daniş Beştaş û Parlamentera Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan tê axaftin.