Önder Beyter
10 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
MARDÎN
Li Yeşîlliya navçeya Mêrdînê "Festîvala Gêlasan a Navneteweyî ya 14emîn" hat lidarxistin.
Di festîvala ku bi destê Walîtiya Mêrdînê, Şaredariya Bajarê Mezin ku cîgirşaredar lê hat peywirdarkirin, Qaymeqamtiya Yeşîlliyê û Şaredariya Yeşîlliyê li Kolana Komarê hat kirin da dîmenên rengîn derketin holê.
Festîvalê bi "Fitara Biratiyê" ya ku şaredariyên Çorum û Yeşîlliyê organîze kir va dest pê kir û herwiha gelek welatiyan li qada servekirî fitarên xwe vekirin.
Di çarçoveya festîvalê da Hafizê Sûriyeyî Mihemed Cemal Şewke Qur'ana Kerîm xwend, hunermendên îlahiyan jî konser dan.
- "Mêrdîn êdî bûye bêndera aramiyê"
Walî û Cîgirşaredarê Bajarê Mezin Mêrdînê Mustafa Yaman di axaftina xwe ya piştî fitarê da diyar kir ku wî 2 sal berê li Mêrdînê dest bi wezîfeyê kir û festîvala wê salê jî ji ber êrîşên terorê xweş derbas nebû.
Yaman bal kişand ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan soz da ku bi piştgiriya hikûmet û welatiyan teror dê bê paqijkirin û wiha dewam kir:
"Wê demê bêhna her kesî teng bû, kesî xebernedida. Ji ber ku li Midyadê di êrîşa terorê da şehîdên me çêbûbûn. Wê demê me gotibû, 'Meraq nekin em ê ji vê belaya terorê xilas bibin'. Di pêşengtiya serokomarê me da û bi helwesta bibiryar a hikûmeta me va wekî xelkê Mêrdînê me bi amîrên îdarî û hêzên ewlekariyê ra ev belaya terorê ji navê bir. Niha Nisêbîn, Artuklu, Savur, Dargeçît, anku Mêrdîn tevda êdî bûye bêndera aramiyê. Edê rûyê me hemûyan geş e."
- Pêşbirka "Gêlasa herî sipehî"
Di festîvalê da bi beşdariya 200 baxvanî va pêşbirka "Gêlasa herî sipehî" hat lidarxistin. Meyweyên 44 baxvanên gêlasan ên ku ji fînalê ra man, ji aliyê juriyê va hatin nirxandin.
Di encama nirxandinê da Şeyhmus Erdogan yekemîn, Mashar Ozdemîr duyemîn û Ozcan Bulut jî sêyemîn hatin hilbijartin.
Zêr û çend xelatên din dan hersê baxvanên ku pile wergirtin.