20 Nîsan 2017•Rojanekirin: 20 Nîsan 2017
ANKARA
Li Maltepeyê kesê ku li kolanê dimeşiya rastî êrîşa biçek hat. Kesê ku birîndar bû revandin nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyan M.B.yê ku serê sibê li kolana Kubîlay dimeşî, mêze kir ku kesek ji paş ve hat û bang wî kir.
Kesê ku nasnameya wî ne diyar bangî M.B. kir û 5, 6 caran gule berda ser wî.
M.B.yê ku ji lingê xwe birîndar bû kete otelekê û alîkarî xwest. Xebatkarên otelê bangî ambûlans û polêsan kirin. Ambûlansê birîndar rakir nexeşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Gaziyê.
Polêsê ku li kolanê lêkolîn kir gelek fîşekên vala dîtin. Polêsan ji bo kesê ku dirûvê wî hat diyarkirin bigrin dest bi xebatan kir.