06 Tebax 2018•Rojanekirin: 07 Tebax 2018
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî ragihand di operasyona li Tuncelî-Ovacikê da 6 terorîstên hatin berterefkirin jê 2 di "Lîsteya Porteqalî ya Terorê" da ne.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî da hat destnîşankirin ku di operasyona Fermandariya Cendirmeyên Tunceliyê ya li Ovacikê da pevçûn derket. Di operasyonê da 6 terorîst tevî çekên xwe hatin berterefkirin û herwiha operasyon jî dewam dikin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, hat tesbîtkirin ku di nava terorîstên berterefkirî da Îlker Tezer jî heye ku navê wî yê kod "Yusuf" e û qaşo berpirsê hêza Ovacikê yê TKP/ML-TÎKKOyê ye û herwiha di "Lîsteya Porteqalî ya Terorê" da ye.
Hat tesbîtkirin, terorîstê ku hat berterefkirin di gulana 2016an da li kirê Ovacikê tevî bûyera birîndarkirina du cendirmeyan û di tebaxa 2013an da jî tevî bûyera kuştina Alîşan Beyazgul bûye.
Di operasyonê de terorîsekî din jî hat berterefkirin ku navê wî kod Denîz Dogan e.
Hat tespîtkirin Dogan berpirsê herêmê yê TKP/ML TÎKKOyê ye û navê wî yê rastîn Cumhur Sînan Okutulmuş e.