03 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2017
VAN
Li Wanê di operasyona terorê da Şaredarê Çatakê yê DBPyî Celalettîn Bartu jî di nav da 18 kes hatin binçavkirin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Bajêr di çarçoveya lêpirsîna terorê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê bi rê va dibe da, li navçeya Çatakê li ser hin adrêsan di heman demê da operasyon hat kirin.
Di operasyonê da Şaredarê Çatakê yê DBPyî Bartu jî di nav da 18 kes hatin binçavkirin.
Li emniyetê muameleyên gumanbaran dewam dikin.
Hêzên ewlehiyê li avahiya şaredariyê û malên gumanbaran lêgerînê dikin.