Haydar Şahin
18 Gulan 2018•Rojanekirin: 19 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Komîteya lidarxistina mitînga "Nalet li Zilmê Piştevanî li Qudsê" diyar kir ku ji ber mitînga li Yenîkapiyê were lidarxistin hin rê ji çûyîn û hatinê ra hatin girtin, ji bo bi rihetî bigihêjin rasta mitîngê û di rê da nemînin Marmaray, metro, otobês û seferên ji behrê hatin zêdekirin.
Di daxuyaniya komîteya lidarxistina mitîngê da bangî welatiyan kirin ku bira bi wesayîtên komî werin mitîngê.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji bo mitînga bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va ew ê li Yenîkapiyê were lidarxistin hin rê hatin girtin û wiha hat gotin:
"Ji bo bi rihetî bigihêjin meydana mitîngê û di rêda nemînin seferên Marmaray, metro, otobês û seferên ji behrê hatin zêdekirin. Ji bo ku rawestgeha Kazliçeşmeyê ya metroyê derbasî qada mitîngê bibin otobês hatin amadekirin. Ji saet 14.00an pê va welatî dikarin bi van wesayîtan derbasî herêmê bibin.

Kesên ji rêya behrê ra werin ew ê rasterast bigihêjin meydanê. Dîsa kesên bi metro û metrobûsê tên jî dikarin li rawestgeha metroyê ya Yenîkapiyê ra derbasî meydanê bibin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku kesên dixwazin bi wesayîtên xwe werin mitîngê jî dibê wesayîtên xwe daynin otoparkên li texmên din û bi rêyên din bigihêjin meydanê.
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan digel xanima xwe Emine Erdogan bi balafira taybet çû Balafirgeha Stenbolê û ji wir jî bi helîkopterê derbasî qada mitîngê bû.

Erdogan ji aliyê qelebalixeke mezin li Yenikapiyê hat pêşwazîkirin.
Wek din Serokê Meclisê Îsmail Kahraman, Serokwezîr Bînalî Yildirimm, Serokwezîrê Filîstînê Ramî el-Hemdellah, Serokê MHPê Devlet Bahçeli, Serokê BBPê Mustafa Destici û mêvanên din ên ji bo Teşkîlata Hevkariya Îslamî hatibûn beşdar bûn.
Hat ragihandin ku ji bo mitîngê û Civîna Derasayî ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî 20 hezar û 100 polês li Stenbolê wezifeyê dikin.

Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê ji bo mitînga "Nalet li Zilmê Piştevanî li Qudsê" ya li Yenîkapiyê tê lidarxistin û Civîna Derasayî ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî ya ku li Stenbolê were lidarxistin tevdîrên ewlehiyê hildan.
Di seranserê lûtkeyê da 5 hezar û 200 polês ew ê li otel, rê û navenda kongreyê wezifeyê bikin, ji bo mitîngê jî 14 hezar û 900 polês hatin wezîfedarkirin.

Di nav wan da polêsên tevgera taybet pisporên îmhakirina bombeyan jî hene û 4 firokeyên polêsan, 4 botên behrê û 160 wesayîtên bi zirx jî ew ê piştgiriyê bidin 20 hezar û 100 polêsî.