08 Hezîran 2017•Rojanekirin: 08 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê di operasyona dijî 59 gumanbarên ku "sucên îmalat û bazirganiya hişbirê" dikin de gelek kes hatin girtin.
Li gorî agahiyan, ekîbên Midûriyeta Şaxa Sûcên Narkotîkê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê, bi biştgiriya firoke û polêsên tevgera taybet opersyon birin ser kesên ku ji ber sûcên îmalat û bazirganiya hişbirê dikin, der barê wan da biryara girtinê hatibû dayîn.
Ekîban li herêmên Maltepe, Beylukduzu, Avcilar û Bakirkoyê operasyon birin ser 59 navnîşanan. Di operasyonê da gelek gumanbar hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan di malên gumanbaran da lêgerîn dewam dike.