Elif Orhan
28 Hezîran 2016•Rojanekirin: 29 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim der heqê êrîşa terorê ya li Balafirgeha Ataturkê de got ku "Li gor agahiyên ku heta niha hatin bidestxistin li gor reqamên ku herî dawîn gihiştine min dora 36 kesî mirin. Hêj nasnameyên wan nehatine tespîtkirin."
Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn ber Deriyê Daketinê ya Balafirgeha Ataturkê der heqê êrîşa terorê de daxuyanî da rojnamevanan.
Şahîn wiha axivî:
"Mensûbên çapemeniyê yên biqîmet, îro di êrîşa xwekujiyê ya êrîşkarên xwekujiyê yên em dinirxînin ku 3 kes in a li daketina hêwana pêşwazîkirina rêwiyan a qata hatinê ya Termînala Seferên Derve ya Balafirgeha Ataturkê de li gor tespîtên ewil 28 kes mirin. Nêzî 60î birîndar sewqî nexweşxaneyên me kirin. Birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin. Ji her aliyê ve lêkolînên berfireh tên kirin, em ê pişt re der heqê geşedanan de agahî bidin raya giştî. Dîsa daketin û derketina rêwiyan bi lez tê normalîzekirin û dê di demek kurt de dest bi seferên bi plan bikin."
Di dema daxuyaniyê de Mehdî Ekerê Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê, Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Kadîr Topbaş û rayedarên din li gel Walî Şahîn bûn.
Ekîbên tenduristiyê midaxaleya ewil kirin û birîndar sewqî nexweşxaneyan kirin û balafir ji ketin û derketinê re hat girtin.
Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku piştî teqîna li Balafirgeha Ataturkê saet 21.55an de sê ambûlans çûn cihê bûyerê û bi tevahî bi 23 ambûlansan li cihê bûyerê midaxaleyî birîndaran kirin, hemû birîndar bi ambûlansan ji cihê bûyerê neqlê nexweşxaneyan kirin.
Serokwezîr Bînalî Yildirim der heqê teqîna ku li termînala seferên derve ya li Balafirgeha Ataturkê qewimî de telefonê Efkan Alayê Wezîrê Karên Navxwe û Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn kir û agahî sitand. Yildirim telîmat da ku der heqê mijarê de di bin banê Wezareta Karên Navxweyî de maseya qeyranê bê avakirin.
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê da zanîn ku li ser daxwaza Serokwezîriyê der heqê teqîna ku li termînala seferên derve ya Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê qewimî de qedexeya weşanê ya berwext hat derxistin.
Piştî teqîna ku li Balafirgeha Ataturkê qewimî ekîbên herekata taybet û îmhekirina bombeyan sewqî cihê bûyerê kirin.
Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyê û ekîbên îmhekirina bombeyê û herekata taybet sewqî cihê bûyerê kirin.
Ekîbên polêsan li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Bakirkoy Dr. Sadî Konuk, Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Bagcilarê, Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Qanunî Sultan Suleyman a Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê ya Stenbolê ya ku birîndar birinê bergiriyên ewlehiyê girtin.
Firokeya polêsan jî ji ser balafirgehê difire.