17 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2016
KONYA
Di çarçoveya jêpirsîna hewldana derbeyê ya FETOya rêxistina terorê de li giştiyê welêt ji bilî leşkeran bi operasyonan ve 426 hakim û dozger hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê 132 hakim û dozgerên komarê de ji ber hinceta endamê rêxistina terorê ya biçek FETO/PDYê ne biryar da ku bên binçavkirin.
Li ser daxwaza Dozgeriyê, Hakimtiya Cezayê ya Silhê derketina van hakim û dozgeran ya derveyî welêt qedexe kir û biryar da ku li malên wan lêkolîn bê kirin.
- HSYKyê biryar da ku endamtiya 5 endaman bê betalkirin û 2 hezar û 745 hakim jî ji wezîfeyê dûr xist
Lijneya Giştî ya HSYKyê ji ber jêpirsîna hewldana derbeyê ta FETOyê biryar da ku endamtiya 5 endamen HSYKyê bê betalkirin.
HSYKyê 2 hezar û 745 hakim ji wezîfeyê dûr xist.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji hemû Serdozgeriyên Komarê yên Cezaya Giran re nivîsek şand û got ku bila der barê 2 hezar û 745 hakiman de jêpirsîn bê destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê jî der barê 140 hakim û dozgeran de biryara binçavkirinê da.
- Dema ku dixwestin birevin derveyî welêt hatin girtin
Dozger Muammer Taha Ekîmê ku di Dadgeha Edenê de wezîfedar e û jina wî Hakim Gamze Ekîn jî dema ku dixwestin birevin Almanyayê li Balafirgeha Îzmir Adnan Menderes hatin binçavkirin.
Li Wanê ji 53 hakim û dozgerên ku der barê wan de biryara binçavkirinê heye jê 15 kes hatin binçavkirin.
Li Kocaeliyê 34 hakim û dozgerên komarê yên ku tê îdiakirin ku endamên rêxistina FETOyê ne hatin binçavkirin.
Li Şanliurfayê 37 hakim û 18 dozgerên ku di dadgehê de wezîfedar in hatin girtin.
Ji bilî van li Elezîz, Kahramanmaraş, Edene, Mersîn û Wan di serî de li giştiyê welêt li hember dozger û hakimên ku tê îdiakirin ku endamên rêxistina terorê FETOyê ne operasyon hatin kirin.
Operasyon û binçavkirin dewam dikin.