09 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2016
ANKARA
Xalid el Hasekawiyê Berdevkê Lîvayên Til Hemisê yên ku li Sûriyeyê dijî rejimê şer dikin eşkere kir ku wesayîta Fehman Huseyinê ji berpirsyarên payebilind ên PKKya rêxistina terorê teqandin û Huseyîn hat kuştin.
Hasekawî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku dema ku Fehma Huseyinê bi nasnava "Bahoz Erdal" ê ku yek ji berpirsyarên payebilind ê PKKya rêxistina terorê ye duh êvarê di saet 20.30yan de ji bajaroka Hîmo diçû Qamişloyê hedef hat girtin.
Hasekawî diyar kir ku Fehman Huseyîn û parêzvanên wî jî di nav de herî kêm 8 kesên di wesayîtê de mirin û got ku ev operasyona ku ji bo gelên Sûriye û Tirkiyeyê wekî "mizginî" bi nav dike di encama teqîbeke dirêk de hat kirin.
Hasekawî da zanîn ku PKKya rêxistina terorê li axên Sûriyeyê dagirker e û got ku "PKK yek ji piştgirên herî mezin ê rejima Beşar Esed e û em vê operasyona ku birin ser birêvebirê payebilind ê PKKyê diyariyê şehîdên Sûriyeyê, xaziyên Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê yê bi şeref ê ku di zindanên Sûriyeyê de êşkenceyê dibînin, dikin."