04 Sibat 2016•Rojanekirin: 11 Sibat 2016
GAZÎANTEP (AA) - Bi piştgiriya Şaredariya Mezin a Gazîentabê ve belgefîlma bajêr a ku behsa 4 pêvajoyên dîrokî yên girîng dike, hat kişandin.
Şaredariyê daxuyand ku ev belgefîlm ji bo kanaleke televîzyonê hat kişandin.
Di belgefîlmê de behsa berhem û cihên dîrokî yên heyama paleolîtîk yên erdîngariya ku Gazîentab jî di nav de ye tê kirin.
Di beşa yekemîn de şikefta Şarkliyê ya ku li taxa Dulukê ye û şikefta herî mezin a dînê Mîtraîzmê wê bê nasandin. Di beşa duyemîn de jî wê behsa îstilayên qewman yên ku ji beriya zayendê ji sedsala 11emîn pê ve li Anadoluyê hatine kirin û çawa ev erdnîgarî serobino bûye tê kirin. Di beşa sêyemîn de jî behsa mozaîkên Zeugmayê û heyama Romayê tê kirin. Di beşa herî dawîn de jî cihên dîrokî yên navenda bajêr tên behskirin.