İbrahim Atmaca
05 Adar 2018•Rojanekirin: 06 Adar 2018
MUŞ
Murat Gurturkê ku li Sunguya bajaroka Mûşê dijî, bi piştgiriya ji sedî 75 hîbeya ku Saziya Piştgiriya Çandinî û Geşepêdana Deverên Çiyayî (TKDK) dayê va 100 dewar kirî û çewlik ava kir.
Gurturk proje amade kir û Kordînatoriya Bajarê Mûşê ya TKDKyê projeya wî qebûl kir. Gurturk bi piştgirya hîbeya ku hilda va li bajarokê ser eraziyê xwe çewlika dewaran ava kir. Di çewlikê da tewle, avahiya îdarî, çalên gubreyê, makîneyê û ekîpmanên wê hene.
Murat Gurturk daxuyanî da û got ku di 2017an da bi qebûlkirina projeya wî va wî di nav 6 mehan da nêzî 100 heywanên dermaleyê kirî û di çewlikê da xwedî dike.
Gurturk diyar kir, heke piştgiriya dewletê nebûya ne mumkun bû ku wî ev qas heywanên dermale bikiriya û çewlika modern ava bikira û wiha dewam kir:
"Vê gavê di tesîsê da 4 kes dixebitin. Dilê min heye piştî wextan kapasîteyê hinekî mezin bikim. Me li vê derê ji bo 100 heywanî tewle çêkir. Heywanên me hemû sîmental in. Em golikên 6 mehî dikirin, 24 mehan xwedî dikin û pişt ra ji bo serjêkirinê dişînin. Em paşê dîsa heywanan dikirin. Dewarên sîmental baş in. Di sermaya herêmê da li ber xwe didin û baş goşt digrin."