10 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongreya Stenbolê di merasima Heftêya Înovasyonê ya Tirkiyeyê de axivî.
Serokomar Edogan behsa guherîna kurên dowîzê kir û wiha peyivî:
"Çaxa ku dibêjin sektora fînansê herî pêşiyê guherîna di kurên dowîzê da tê bîra merivan. Hin kes naxwazin rastiya di binê kurê dowîzan da, lîstikên ku tên lîstin û kî vê çima dike bibînin. Biryara me ya di dewsa dolarê da bikaranîna pereyê xwemalî li dijî aboriya welatekî din nîne. Em xêncî welatê xwe dixwazin ku li her welatî refah û hizûr hebe."
Serokomar Erdogan got ku li kur û faîz li hemû dinyayê neyarên sektora reel in. Erdogan got ku ew li hember in ku zêde be û wiha dewam kir:
"Em berhemdariyê dixwazin. Em dixwazin veberhêner û karsazên li welatê me bi hemû dinyayê ra bikevin reqabetê. Hedefên Tirkiyeyê yên ji bo sala 2023an encax li ser nêrînên nûxwaziyê bên avakirin. Tirkiyeya ku di her qadê da ji merheleyên pêşketin û pêşveçûnê derbas dibe ez wisa bawer dikim ku di mijara înovasyonê da jî wê heman performansê nîşan bide. Di vê mijarê da rûdanên ku hêviyên me zêde dikin pêk tên lê digel vê hê jî gelek merhele heye ku em bigihêjin wê astê. Înovasyon heke nebe perçeyek ji jiyana me û heke em di vê mijarê da bi ser nekevin wê demê em ê xêra vî karî ji hin kesên din ra bihêlin û bi tenê xulamtiya vê bikin. Di sala 2001an da hejmara çavkaniyên mirovan a Ar-Geya me 76 hezar bû, ev di sala 2016an da ji 224 hezarî derbas bû. Di sala 2001an da mesrefên Ar-Geyê ji sedî 0,5 bûn, di sala 2016an da ev rêje salane ji 20 milyar lireyî derbas bû û derket ji sedî 1,06ê. Ev têrê nake. Hedef ji sedî 3 ye û divê em bi ser bikevin. Em cardin dibînin û fehm dikim ku heta Tirkiye ranebe ser lingên xwe li herêma me şaristanî ranabe ser xwe. Bar û berpirsiyariya me giran e û di heman demê da şeref e. Divê sazî û firmayên me yên înovatîf û nûjen, saziyên wekî TÎMê û yekeyên kamuyê hêz û hedefên xwe tim teze bikin û bi pêş bikevin."
Serokomar Erdogan got ku di navbera salên 2002-2015an da ji bo patentên xwemalî heta niha 37 hezar serlêdan hatin kirin û wiha axivî:
"Ji sala borî pê va di teşebusa îmalata pîşeyê da ji sedî 55 di sektora xizmetê da jî ji sedî 47 fealiyetên nûxwaziyê hatin kirin. Di endeksa înovasyona kurewî da di nav 128 welatan da em di rêza 42yemîn da bi cih bûn. Lê di bin sernava dîzayna endustriyel da tevî Çîn, Îtalya û Koreyê di rêza ewil da cih digirin."