Ekip
20 Nîsan 2017•Rojanekirin: 20 Nîsan 2017
ANKARA
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag, der barê biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê de ku daxwaza betalkirina referandûmê red kir wiha got: "Biryara LBHyê biryareke rast e. Lewra LBHyê ne tenê îro berê jî mijarên wiha nirxandine û di encamê da biryarên bi vî rengî dane."
Bozdag, di weşana zindî ya qenala A Haberê de li ser referandûma guherîna destûrê û nîqaşên dengdayînê nirxandin kirin.
Li ser biryara redkirina daxwaza CHPyê Bozdag wiha got: "Biryara LBHyê biryareke rast e. Lewra LBHyê ne tenê îro berê jî mijarên wiha nirxandine û di encamê da biryarên bi vî rengî dane."
Herwiha bal kişand ser desthilata Mehkemeya Qanûna Bingehîn û wiha nirxandin kir: "Tu mafê Mehkemeya Qanûna Bingehînê nîne ku li ser biryara refarandûmê lêkolînê bike. Li gor qanûna bingehîn û peymanên ku Tirkiye alîgir e jî tiştekî wisa nîne. Li gor qanûnên me jî tuneye. Çimkî Qanûna Bingehîn biryarên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) teqez qebûl dike. Herin Mehkemeya Qanûna Bingehîn jî ew encax bi tenê dikare red bike."