30 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2016
ANKARA
Wezareta Parastina Neteweyî li ser îdiayên ku dibêjin "dema leşkeriyê kurt dibe" diyar kir ku ev nûçe rast nînin.
Di daxuyaniya wazaretê da hat destnîşankirin ku di hin çapemenî û medyayê da nûçe derketine ku wê "dema leşkerê kurt bibe."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ev nûçe rast nînin û wiha hat gotin: "Di nûçeyan da tê gotin ku Wezîrê Parastina Neteweyî di weşana zindî da der barê dema leşkeriyê da daxuyanî daye. Di nav gotinên wezîr da ji bo kurtkirina dema leşkeriyê tiştek nehatiye gotin."