17 Nîsan 2017•Rojanekirin: 17 Nîsan 2017
ANKARA
Serokê LHByê Guven der barê Biryara rayên bêmorda got: "Beriya ku yek ray jî bikeve sîstemê, bêyî ku em ji partiyên siyasî bipirsin me ev biryar da. Ji ber vê, derxistina maneyekê ji vê biryarê ne rast e. Ji bo ku xetaya lijneyên sindoqan a ku li ber îradeya siyasî ya welatiyan ji holê bê rakirin ev biryar hat dayîn."
Serokê LHByê Guven: "Pisûleyên rayan û zerfên ku ji êvarê pê va bûn mijara niqaşê û tê îdiakirin ku şewitîne, ji hêla Lijneya Bilind a Hilbijartinê va hatine îmalkirin, rast in, durist in, ne sexte ne."