Haydar Şahin
23 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2018
BATMAN
Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Daristanê ya Dewletê, li Hesenkêfa navçeya Batmanê Deriyê Navîn yê Kelha Hesenkêfê yê 400 ton giran e barî ciyê wî yê teze kir.
Di çarçoveya Xebatên Xilaskirin Parastina Berhemên Dîrokî ya Projeya HES Bendava Ilisuyê da par Tirbeya Zeynel Beg a 540 salî, Hemama Artûqiyan a 1500 tonî, Zawiyeya Îmam Ebdillah a 850 tonî yekparçe hatibûn barkirin. Xebatên ji bo barkirina minareya Mizgefta Siltan Silêman a 611 salî dewam dikin.
Di çarçoveya xebatan da barkirina Deriyê Navîn yê Kelha Hesenkêfê ya di sala 1423yan da bi destê Silêman Xan hatiye avakirin a 400 tonî barî pêşiya Muzeya Hesenkêfê kirin.
Piştî xebatên restorasyonê yên ku qasî mehekê dewam bikin deriyê Kelhê ew ê were vekirin.
Ziyaretvanên ku ji Bendera Antîk a li pêşiya Geliyê Şapê were çêkirin werin Arkeoparkê ew ê ji Deriyê Navîn yê Kelha Hesenkêfê ra derbas bibin û li muzeyê bigerin.
Alî Nacî Kosaliyê Mûdirê Herêma 16an a Karûbarên Avê di daxuyaniy xwe da diyar kir ku karûbarên veguhastina Deriyê Navîn yê Kelha Hesenkêfê bi serkeftî hatin temamkirin.
Kosali destnîşan kir ku xebatên hefteyekê dewam kirin bi dawî bûn û wiha pê da çû: "Me hefteya borî dest bi barkirinê Deriyê Navîn yê Kelha Hesenkêfê kir. Me derî xist 3 parçeyan û parçeya dawîn jî di dewsê da bi cî kir. Me derî 4 kîlomêtre wêda bir."