05 Mijdar 2018•Rojanekirin: 05 Mijdar 2018
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da di hefteyeke dawîn da 45 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di çarçoveya têkoşîna rêxistinên terorê da hêzên ewlehiyê di navbera 29ê cotmehê-5ê mijdarê da 2 hezar û 143 operasyon kirin.
Di operasyonan da ji ber ku alîkarî û piştevanî dane rêxistinên terorê, bi rêxistinan ra têkiliya wan heye 740 kes ji ber sûcên terorê (PKK/KCK 189, çepgir 16, DEAŞ 30, FETO/PDY 505), ji ber sûcên hişbir û qaçaxcîtiyê 3 hezar û 698, di çarçoveya têkoşîna koçberiya bêdestûr da 139 kes hatin binçavkirin.
Di operasyonên ewlehiya navxweyî da 45 (25 kuştî, 10 sax/birîndar, 10 teslîm) terorîst hatin berterefkirin. Di nav van terorîstan da Selîm Demirogluyê bi kodnava "Firat Çelî" ku di kategoriya "turuncu" da bû û Îlyas Karakoçê bi kodnava "Baran" ku di kategoriya "gewr" da bû hene.
Di operasyonan da li 9 bajaran 38 şikeft û stargeh û parêzgeh hatin xerabkirin. 15 teqemeniyên destçêkirî û mayîn hatin îmhakirin, 42 bombeyên destan, 895 kîlo teqemenî, 22 jê giran û lûledirêj bi tevahî 29 çek û 746 muhîmatên curbecur hatin bidestxistin.
- Operasyonên hişbirê
Di 2 hezar û 589 operasyonan da 6 ton û 17 kîlo hişbir, 3 milyon û 128 hezar û 566 hebên hişbirê, hezar û 987 kokên kirkirkê, 96 hezar û 24 lître sotemeniya qaçax û 321 hezar û 657 pakêt cixareya qaçax hatin bidestxistin.