17 Tebax 2018•Rojanekirin: 18 Tebax 2018
ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê di operasyonên li hundir û dervayê welêt ku navbera 10 û 16ê tebaxê birêvabir da 7 jê qaşo di qadroya rêvebirinê da bi tevahî 52 terorîst berteref kir.
Li gor agahdarkirina heftane ya Sererkaniyê li Sêrt, Şirnex û bakurê Iraqê operasyonên dijî PKK/KCKya rêxistina terorê di navbera 10 û 16ê tebaxê da jî bênavber dewam kirin.
Di operasyonan da li herêma Şengala bakurê Iraqê Îsmaîl Ozdenê bi nasnavê "Mam Zekî Şengalî" yê qaşo ji serokên PKKyê ye û endamê konseya birêvebirinê ya KCKyê jî di nav da 7 jê ji kadroya lîderan bi tevahî 52 terorîst hatin berterefkirin.
Artêşa Tirkiyeyê di dawiya operasyonan da 19 jê tivingên piyade, du demançe û guleyên van çekan, roketavêjeke RPG-7ê, 30 bombeyên dest, 10 bêtêl, 150 kîlo amonyum nîtrat bidest xist. Di encama operasyonê da 41 teqemeniyên bidestçêkirî hatin îmhekirin û 8 esker jî birîndar bûn.
- Operasyonên li bakurê Sûriyeyê
Ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku li bakurê Sûriyeyê hat birêvebirin heta niha 4 hezar û 573 terorîst hatin berterefkirin.
Di encama operasyonê da 54 esker şehîd ketin û 240 esker jî birîndar bûn.