30 Hezîran 2016•Rojanekirin: 30 Hezîran 2016
ANKARA
Ji hêla balafirên şer ên Hêzên Artêşa Tirk (HAT) va li ser Xakûrk û Avaşîna herêmên bakurê Iraqê û çoltera Şemdînliyê operasyon hat lidarxistin.
Di daxuyaniya ku Serokatiya Sererkaniyê weşand da hat gotin ku îstixbarata di 29ê hezîranê da hat nirxandin û li ser wê yekê balafirên şer ên Hêzên Artêşa Tirk di saet 10.00-14.47an da operasyon birin ser Xakûrk û Avaşîna herêmên bakurê Iraqê.
Di operasyonê da 6 hedefên ku hatibûn tespîtkirin hatin îmhakirin û xebatên ji bo tespîta zirar û ziyanê jî didomin.
Ji hêla din va duh piştî îstixbaratê di navbera saet 10.00 û 14.47an da balafirên HATê operasyon birin ser çoltera Şemdînliyê û 2 hedefên hatibûn tespîtkirin bi bombebaranê hatin îmhakirin.