30 Mijdar 2016•Rojanekirin: 30 Mijdar 2016
AKSARAY
Di operasyona li ser Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya ku navenda wê Aqsaray e û li 7 bajaran hat kirin da 29 xebatkarên tenduristiyê yên ku di nav wan da bijîşk, ebe û hemşîre jî hene hatin binçavkirin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Aqsarayê rêva dibe da ji bo derdestkirina 43 kesên ku der heqê wan da biryara binçavkirinê hatibû dayîn li Aqsaray, Qonya, Edene, Sêwas, Muxla, Eskîşehir û Qeyseriyê operasyon kirin.
Di operasyonê da 29 xebatkarên tenduristiyê yên ku di nav wan da bijîşk, ebe û hemşîre jî hene hatin binçavkirin.
Şikbar li Nexweşxaneya Dewletê ya Aksarayê ji kontrola tenduristiyê ra hatin derbaskirin û ji bo jêpirsînê birin midûriyeta ewlekariyê.
Ji bo derdestkirina 14 kesên ku li navnîşanên xwe nebûn jî xebat dewam dikin.