27 Hezîran 2017•Rojanekirin: 27 Hezîran 2017
ANKARA
Li Bîngolê bi operasyona esmanî kozik, sitargeh û şikeftên endamên PKKya rêxistina terorê hatin îmhekirin.
Hêzên Artêşa Tirkiyeyê der barê operasyonên hatin kirin da daxuyanî da.
Li Perwariya navçeya Sêrtê di sitargehekê da biksiyek û 150 fişek, rokêtavêjeke RPG-7 û cebilxaneya wê, teqemeniyeke bi destan hatiye çêkirin, amûrên çêkirina teqemeniyê, 69 kîlogram xwarin û xurek û melzemeyên curbecur hatin qefaltin.
Li Sirûca navçeya Urfayê 2 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin, kîloyek teqemeniya C4ê, qirmeyek, dermançeyek, keleş û şarjorek, 15 fişekên demançeyê, perçeyên rokêtavêjê û şarjoreke demançeyê hatin qefaltin.
Li Qereqoça navçeya Elezîzê di operasyonê da keleşek, 30 fişek û şarjorek hat qefaltin.
Li Dicleya navçeya Diyarbekirê endamekî rêxistinê bêçek û cebilxane teslimî leşkeran bû.
Li Bîngolê bi operasyona esmanî kozik, sitargeh û şikeftên endamên PKKyê hatin îmhekirin.