25 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2018
ANKARA
Serokê CHPyê yê Giştî Kiliçdaroglu der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê da wiha got: "Daxwaza me ji Amerîkayê ew e ku dijî terorê helwesteke eşkere û teqez wergire. Divê dijî terorê bihevkariyê têbikoşin. Divê hemû kes arîkariyê bide têkoşîna dijî terorê ya Tirkiyeyê."
Kiliçdaroglu, bi arîkarê partiyê yê giştî Çetîn Osman Budak û Parlamenterê Stenbolê Gursel Tekîn re Federasyona Çêkirina Nan ya Tirkiyeyê ziyaret kir.
Kemal Kiliçdaroglu li vê derê pirsên rojnamevanên yên der heqê rojevê de bersivandin. Kiliçdaroglu pirsa der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê bersivand û wiha got:
"Em naxwazin tu rêxistinên terorê li sînorê me bin. Tu dewlet vî tiştî naxwazin. Em demokrasiyê, mafên mirovahiyê diparêzin lê ev nayê wê meneyê ku 'em demokrasiyê diparêzin, bila unsirên terorê li sînorên me kom bin.' Na. Em qebûl nakin û tu carî jî destûrê nadin. Teror li herêmê pirsgirêkeke mezin e. Ji bo Sûriyeyê jî, ji bo Iraqê, Fransayê, Îngîltereyê û ji bo Amerîkayê jî her dem pirsgirêk e. Gelek insan ji ber êrîşên terorê li van welatan hatine kuştin. Divê dijî terorê bihevkarî bitêkoşin. Divê hemû kes arîkariyê bide têkoşîna dijî terorê ya Tirkiyeyê."