24 Tebax 2016•Rojanekirin: 24 Tebax 2016
WASHÎNGTON
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Mark Toner di civîna çapemeniyê ya rojane da got ku Tirkiye hedefên rêxistinên terorê YPG û DAEŞê dide ber topan û diyar kir, ew di vê mijarê da bi rayedarên tirk û nûnerên Hêzên Demokratîk ên Sûriyê ra di nav têkiliyê da nin.
Toner diyar kir, ji bo ku gengeşî zêde nebe ew hewl didin û wiha dewam kir: "Em bi bîra her du aliyan jî dixin ku li vê derê dijminê eslî DAEŞ e."
Toner li ser pirseke çêbûna têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê û bikaranîna Balafirgeha Încîrlikê jî got ku ew di axaftinên dîplomatîk ên taybet da li ser vê mijarê sekinîn.
Toner ji bo destûra bikaranîna Încîrlikê da, ji Tirkiyê ra sipas kir.
Toner bi bîr xist ku ji bo çareseriya qrîza Sûriyê di navbera Washîngton û Moskovayê da hevdîtin didomin. Toner diyar kir, Tirkiye û Rûsya jî bi Amerîkayê ra di nav Grûba Desteka Sûriyê da cih digrin û ji bo Sûriyê mafê wan ê axaftinê heye.
Toner got, "Ji bo Sûriyê di navbera me û Rûsyayê da çi qas têkiliyeke baş hebe, em dixwazin di navbera Tirkiye û Rûsyayê da jî heman têkilî hebe, lê em hê di asteke wisa da nînin." Toner diyar kir, ji bo ku li Sûriyê çareseriyeke aştiyane çêbibe, ew qîmetê didin gotin û piştgiriya Tirkiyê.
Toner got ku hevdîtinê wan û Rûsyayê dewam dikin, lê ji bo çareserkirina pirsgirêkê hê biryarek tuneye.