17 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2016
KAHRAMANMARAŞ
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Kahramanmaraşê di merasima vekirina komî de axivî.
Yildirim der barê teqîna ku li Qeyseriyê pêk hat de jî wiha got: "Bila navê wan FETO, PKK, PYD an jî DEAŞ be, ferq nake, ev rêxistin hemû rêxistinên terorê ne, kujer in û dijminên hemû mirovahiyê ne."
Serokwezîr Yildirim li ser êrîşa Qeyseriyê got ku kuştina mirovên mesûm wek kuştina mirovahiyê ye û wiha axivî:
"Nav çi dibe bila be, di kîjan sûret û şeklî da dibe bila be ji kê tê bila bê teror bêbextî ye û li dijî mirovatiyê ye. Lê rêxistina terorê divê bizanibe ku rihê li Çeneqeleyê, rihê îstiqlalê seranser bi vî gelî ra heye. Ev bûyer di têkoşîna li dijî terorê da hêza me û gelê me qels nake berevajiyê vê xurt dike. Li çolan li çiyan nikarin derkevin hemberî hêzên ewlehiya me, bêbextan tenê kemiyan datînin pêşiya me, lê bila bizanin ku nikarin me têk bibin."
Serokwezîr Yildirim got ku ew bi Serokatiya Recep Tayyîp Erdogan va em amade ne ku vê rêxistinê ji holê rakin û wiha û peyivî:
"Em li pêşiya bêbextan stûyê xwe naçemînin, her em stûye xwe bi tenê li pêşiya Rebbê xwe diçemînin. Em ê jiyana xwe ya normal dewam bikin, em nahêlin ku terorîst kêfxweş bibin."