Nihat Kavşut
24 Adar 2017•Rojanekirin: 24 Adar 2017
BURDUR
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Yildirim: "Vê dewletê serokwezîrek û du wezîrên xwe li sêdarê wenda kir. Vê dewletê gelek ciwanên xwe di bûyerên terorê da wenda kir. Vê dewletê gelek dem û îmkan wenda kir. Heger em bi vê destûra bingehîn dewam bikin em ê gelek tiştên din jî wenda bikin. Li ber me destûreke me ya 82 model heye. Ev destûr êdî nameşe, di rê da dimîne û gel jî bi rê da dihêle. Êdî ev destûr feydeyê nade Tirkiyeyê û feydeyê nade ciwan û jinan."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim Burdurê li Qada Cumhuriyetê di mitînga partiya xwe da xitabî gel kir.
Yildirim di xeberdana xwe da wiha got: "Tirkiye bi sîstema mewcud va mixabin her tim bi qirîzan ra mijûl bû. Li vî welatî medyayê hikûmet ava kir û hikûmet ji text daxist. Di odeyên otêlan da bazariya parlementeran kirin, hûn baş dizanin. Hikûmetên ku bi gelek partiyan hatibûn avakirin ji derdê vî welatî ra nebûn çareserî, derd lê zêde kirin."
Serokwezîr Yildirim wiha axivî: "Di hişê vê CHPê de tiştekî din jî heye. Dibêje 'Yek zilam.' Birako ev tu ketî heft hilbijartinan, tu di heft hilbijartinan de jî têkçûyî lê tu hê li wê derê yekzilam î. Eger tu dixwazî yek zilam bigerî, berê xwe bide neynikê."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Yildirim xitabî Kiliçdaroglu kir û wiha peyivî: "Birayê min ê Kiliçdaroglu bi ser hişê xwe da were. Ev guherandin tam jî ji bo vê tê kirin; vî gelê hanê demên borî da ji lihevnekirin û şerê serokomar, serokwezîr gelek kişand, berdêl da. Dema ew bi ser neket vê carê jî dibêjin 'Ez Serokwezîr difikirim ji bo wî dibêjim na, bila Serokwezîr neçe' Çi xweş xeberdide. Ji nişka va taktîkên berxikê dike. Tu yê bibêjî qey gel CHPya berê ji xwe bîr kiriye. Niha wisa bêdeng, bêheqaret qet dengê xwe dernaxe li gor xwe wiha mezlûm, mesûm xwe bide nîşandin û bide xapandin. De here ji wê derê milet bi vê naxape."
Serokwezîr Yildirim xeberdana xwe wiha dewam kir: "Li CHPê ka kî serokê gişkî ye jixwe qet ne diyar e. Her yek cuda hereket dike. Baykal aliyekî propagandayê dike. Muharrem Înce li aliyekî din propagandayê dike. Gursel Tekîn aliyekê din tiştekî din dike. Hemû li hêviye ne û amadehiyan dikin ku piştî 16yê nîsanê bibin serokê gişkî. Referandum bo van xem nîne. Kar û barê van ew e ku hesabê xwe bibînin."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Yildirim got: "Li CHPê ka kî serokê gişkî ye jixwe qet ne diyar e. Her yek cuda hereket dike. Baykal aliyekî propagandayê dike. Muharrem Înce li aliyekî din propagandayê dike. Gursel Tekîn aliyekê din tiştekî din dike. Hemû li hêviye ne û amadehiyan dikin ku piştî 16yê nîsanê bibin serokê gişkî. Referandum bo van xem nîne. Kar û barê van ew e ku hesabê xwe bibînin."