Nihat Kavşut
12 Tebax 2017•Rojanekirin: 13 Tebax 2017
ANKARA
Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê bi belavoka amade kir ji bo welatî li ser înternetê neyên xapandin hişyarî da.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê Serokatiya Daîreya Dijî Sûcên Sîber ya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê ji bo welatî li ser înternetê neyên xapandin belavokên "diziya-e" û "ewlehiya-e" amade kir.
Di belavokê da tê destnîşankirin hackerên dixwazin hesaban bi dest bixin şifreyên hêsan diceribînin û hat gotin divê şifreyên hêsan yên ji nav û reqamên hêsan pêk tên neyên eşkerekirin.
Tê destnîşankirin dizên li ser înternetê peyamên sexte dişînin û loma jî divê welatî peyamên ewle û nayên nasîn venekin.
Di belavokê da tê diyarkirin Wi-Fiyên hevbeş yên bêşifre ewle nînin.
Di belavokê da tê diyarkirin divê bernameyên antîvîrus yên rojane bên emilandin û şifreyên ewle bên eşkerekirin û wek mayîn klavyeya sanal bê bikaranîn.