Elif Orhan
15 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2015
Wezîrê Karên Derve Ferîdun Sînîrlîoglu got ku "Ez bangî Salih Muslimê (Serokê PYDyê) dikim ku eqlêselim be û eqlê xwe hilîne serê xwe. Heke ji vîn û biryardariya Tirkiyeyê bikeve şikê ew ji bo wî baş nabe."
Sînîrlîoglu û Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Adil el-Cûbeyr piştî hevdîtinên rûbirî û nav lijneyan civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Daxuyaniyên Salih Muslimê serokê PYDyê yên wekî "Dê li dijî Tirkiyeyê xwe biparêzin" hat bibîrxistin. Sînîrlîoglu li ser vê yekê wiha axivî:
"Ez bangî Salih Muslimê serokê PYDyê dikim ku eqlêselim be û eqlê xwe hilîne serê xwe. Heke ji vîn û biryardariya Tirkiyeyê bikeve şikê ew ji bo wî baş nabe. Tirkiye li hember terorê têkoşîn dide. Divê tu kes hewl nede ku vê biryardariya têkoşîna bi terorê re biceribîne. Peyama ku em didin PYDyê gelekî eşkere ye. Heke li dijî Tirkiyeyê dest bi tu herekatê bikin bêteredut cezaya ku hewce dike dê bê dayîn."
-"Nêrînên me wek hev in"
Sînîrlîoglu got ku di hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Adil el-Cûbeyr re de li ser maweya derbasbûnê ya li Sûriyeyê ya ji bo çareseriya siyasî ya ku dê bê tetbîqkirin û pêngavên ku dê bên avêtin, sekinî. Sînîrlîoglu wiha axivî: "Armanca me ya sereke ew e ku li Sûriyeyê û bi gelemperî li herêma me pêkanîna aştî, aramî û îstiqrarê ye."
Sînîrlîoglu got ku bi wezîrê mêvan Cûbeyr re li ser geşedanên girîng ên ku van demên dawîn li Sûriyeyê diqewimin, sekinîn. Sînîrlîoglu got ku gelek girîng e rewşa ku rejima Sûriyeyê derxist bi geşedanên nû re û bi zehmetiyên ku gelê sivîl rast tê re bikeve rewşeke xirabtir.
Sînîrlîoglu diyar kir ku her du welêt jî ji mijarên Iraq, Îran, pêvajoya aştiyê ya Rojhilata Navîn, pirsgirêkên di navbera Sûriye û Filîstinê de û îxlalên Îsraîlê yên der barê Mescîdê Eqsayê de aciz in û wiha axivî: "Em di van hemû mijaran de bi Erebistana Siûdî re tam wekî hev difikirin. Em biryardar in ku ji bo ewlehî û îstiqrara herêma xwe xebata bi hev re berdewam bikin. Îstişare û hevkariya nêz a di navbera Tirkiye û Îsraîlê de dê ji bo îstiqrar hemû herêmê piştgiriyê bide."