31 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2016
ŞIRNAK
Fikrî Işikê Wezîrê Parastina Neteweyî li Herêma Baregehê ya Çiyayê Namazê ku 1950 mêtro bilind e, lêkolîn kir.
Orgeneral Salih Zekî Çolakê Fermandarê Hêzên Bejayiyê jî digel Işik lêkolîn kir û Işik bi şev li Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan a 23yemîn a Şirnexê ma.
Işik û Çolak do bi balafireke Fermandariya Hêzên Esmanî hatin Balafirgeha Şerafettîn Elçî.
Alî Îhsan Suyê Waliyê Şirnexê û Korgeneral Îsmaîl Metîn Temelê Fermandarê Artêşa 2yemîn Işik û Çolak pêşwazî kirin û bi firokeyeke leşkerî çûn Herêma Baregehê ya Çiyayê Namazê ku 1950 mêtro bilind e.
Işik li herêmê serdana leşkeran kir.
Fikrî Işik bi leşkeran ra sohbet kir û tevî Orgeneral Çolak li avahiya baregehê geriya. Işik li ser têlefonê bi malbatên hin leşkeran ra jî xeberda.
Işik û yên pê ra peyra derbasî Fermandariya Tumena Sînor a Cerndirmeyan a 23yemîn a Şirnexê bûn. Işik ji Tumgeneral Aydogan Aydinê Fermandarê Tumenê agahî hilda û bi şev li wir ma.