14 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2015
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê hikûmetê Numan Kurtulmuş di dema ku li Qesra Çankayayê civîna Encûmena Wezîran bi seroktiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu berdewambû, ji rojmavenan ra ragihand, "Hemî kes dibîne bê ka siyaseta xendeqan ya ku demeke dirêj e didome, çiqas zererê dide Tirkiyeyê. Ez tenê behsa zerera wê ya abûrî nakim. Ji ber wê siyaseta xendeqan gelê herêmê ketiye rewşeke xirab û dibêjin êdî îlellah."
- "Pêwîst e dawî li vê pêvajoyê were"
Kurtulmuş destnîşan kir ku êdî pêwîst e dawî li vê pêvajoyê were û got, "Pêwîst e dev ji kolana xendeqan, dev ji hewildana siyasetkirina bi ser xendeqan, berdin. Tirkiye ji aliyê hikûmeteke demokratîk, hikûmeteke ku ji aliyê gelê xwe ve hatiye hilbijartin tê birêvebirin. Ev hikûmet ji parastina ewlehiya welatiyên xwe berpirs e. Divê baş bizanin ku hikûmeteke demokratîk qet teslîmî siyaseta xendeqan nabe."
Kurtulmuş bi bîr anî ku di gelek navçeyan da têkoşîna dijî terorê didome û got, "Têkoşîna dijî rêxistina terorê didome lê digel vê jî parastina ewlehiya welatiyên me yên sivîl, wezîfedarê giştî jî erka hikûmetê ye."
Kurtulmuş axaftina xwe wiha domand, "Hêvîdar im, ji vê şaşiya mezin, ji vê şaşiya dîrokî vegerin û demildest dev ji siyaseta xendeqan berdin ji bo ku Tirkiye dîsa têkeve rewşeke aram û demokratîk, bi taybet zemînek ava bibe ku pirsgirêkên herêmê çareser bibin."