Abdullah Tel
14 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2018
ŞANLIURFA
Bajarên li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê yên wek Diyarbekir, Mêrdîn, Riha û Gazîentab ku bi deverên xwe yên dîrokî, tehmên xwe yên xweş û tûrîzma baweriyê balê dikşînin di mehên bihar û payîzê da bi tûrîstan geş dibin lê havînê ji ber germa zêde tûrîst gelekî kêm dibin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê berhev kir li bajarên herêmê ku germahiya hewayê di ser 40 pileyî da ye milet heta mecbûr nemîne dernakeve derva.
Tûrîstên ku çav berdabin herêmê ji bo gerê bi taybetî mehên bihar û payîzê tercîh dikin lewra herêm li gor deverên din ên tetîlê di mehên tîrmeh û tebaxê da zêde nayê tercîhkirin.
Di mehên biharê da li bajarên wek Diyarbekir, Mêrdîn, Riha û Gazîentabê di otêlan da cih zêde namîne. Di vê demsalê da yanî mehên havînê rêjeya tijîbûnê ya piraniya otêlan daketiye lê tûrîstan ji bo mehên payîzê niha va cihên xwe li otêlên herêmê cihê kirine.
Bajarê qedîm ê Diyarbekirê ku Baxçeyên Hewselê yên di Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da cî digirin jî di nav da ji 600î zêdetir mîrateyên wek mizgeft, dêr, xan, mal, bazar û pirên ji şaristaniyên berê mane lê ne jî herî zêde di mehên biharê da tûrîstan diezimîne.
Li bajarê Rihayê devera Girê Mirazê ya li ser gundê Xerabreşkê ku demek berê di nav Lîsteya Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê da cih girt û Gola Xelîlurehmanê herî zêde bala tûrîstan dikişîne.
Bajarê Gazîentabê jî peqlewa di serî da bi tehmên xwe yên curbecur û deverên xwe yên dîrokî bangî tûrîstan dike.
Mêrdîna ku bi malên xwe yên ji kevir balê dikşîne û wek "Dergûşa Şaristaniyê" tê binavkirin jî niha ji ber germahiyê zêde nayê tercîhkirin û tûrîstên dixwazin biçin bajêr li benda payîzê ne.