Abdullah Tel
15 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
AGRI
Li Şaredariya Bazîda navçeya Agiriyê ku Wezareta Karên Navxweyî bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (BHQ) da wezîfedarî lê da kirin niha ji bo gel xebatên xwe birêva dibe. Şêniyên navçeyê yên ji xizmeta şaredariyê mehrûm mabûn niha xizmeteke baş dibînin.
Şaredarî ji par vir va çavkaniyên dewletê ji bo xizmeta gel diemilîne, ji bo guherandina şekl û şemala navçeyê hewl dide. Şêniyên navçeyê jî ji ber van hewl û xebatan dilxweş in. Niha li navçeyê park, rê, qada seyranê, projeyên binesazî, firehkirina rêyan, hilweşandina avahiyên kevn û gelek xizmetên din hatin kirin.
Rêveberiya nû ya şardariyê di qada çand û tûrîzmê da jî xebatên xwe didomîne û bi organîzekirina "Mihrîcana Çand, Huner û Tûrîzmê ya Ehmedê Xanî" va navçeyê dide nasîn.
Qaymeqamê Bazîdê û Wekîlê Şaredar Ulaş Akhan diyar kir ku ji roja dest bi wezifeyê kirine pê va ewilî li budçeya şaredariyê mêze kirin û kêmasiyên navçeyê tespît kirin.
Akhan got ku ji rêveberiya DBPê bi qasî 40 milyon lire deyn ji wan ra maye û wiha pê da çû: "Di sala 2016an da budçeya şaredariyê 50 milyon lire bû û 40 milyon lire deyn hebû. Dema me li budçeyê nihêrt dît ku ji sedî 80yî budçeyê wek heqê personel û mesref xuya dikin. Me mudaxele kir û para personelan daket ji sedî 30yî."
Wekîlê Şaredar Akhan diyar kir ku bi qasî 250 xaniyên ji bo derdorê talûke bûn hilweşandin û tesîsên nû çêkir.