Abdullah Tel
06 Gulan 2017•Rojanekirin: 06 Gulan 2017
MUGLA
Hakimê berê Çetîn Sonmezê ku Adîl Oksuzê mensûbê Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) û qaşo "Meleyê hêzên hewayî" bû, berdabû li Ortacayaya navçeya Muglayê hat girtin.
Li gor agahiyên hatin hildan ji hêzên ewlehiyê ra xeber hat ku hakimê berê Sonmezê ji hêla Lijneya Bilind a Dadgeh û Dozgeran va ji ber lêpirsîna dijî FETOyê ji kar hatibû îxrackirin, derbasî Ortacayê bûye û li ser vê ekîban operasyon li dar xist.
Wesayîta Sonmez diajot hat teqîpkirin û li navçeya Ortacayê ji hêla ekîbên kontrolê va hat sekinandin û Sonmez li wir hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku piştî îfadedayîna li ewlehiyê wê Sonmez bişînin Enqereyê.