04 Mijdar 2016•Rojanekirin: 04 Mijdar 2016
ANKARA
Di çarçoveya lêpirsînên dijî terorê yên ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê yên Diyarbekir, Hekarî, Wan, Şirnex û Bingolê va tên ajotin da, li dijî parlementerên HDPyî operasyon destpêkirin.
Piştî ku li TBMMê guherîna qanûnê ya der barê rakirina bendparêziyan qebûl bû, parlementerên ku der heqê wan da fezleke hebûn, Serokê Giştiyê MHPê Devlet Bahçeli jî di nav da, çûbûn dozgeriyan û îfade dabûn. Lê belê HDPyî ji ber ku neçûn îfadedayinê, serdozgeriyan biryara binçavkirinê ji bo wan da.
Di vê çarçoveyê da tîmên polêsan Herdu Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û parlementerên din yên HDPê binçav kirin.
Hat ragihandin ku binçavkirin ji ber neçûna îfadedayînê ya di çarçoveya lêpirsînên derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), KCK û bûyerên 6-8ê cotmehê da ne.