Haydar Şahin
13 Îlon 2018•Rojanekirin: 14 Îlon 2018
ANKARA
Artêşa tirkiyeyê ji hewayê operasyon bir ser Qendîla li bakurê Iraqê, di operasyonê da sitargeh, cebilxane û depoya sotemeniyê ya terorîstan hatin îmhekirin. Piştî herekatê li dewsa hedefan qasî demekê teqîn û şewatê dewam kir, dîmenên teqînan jî hat kişandin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê bi dest xist, teyareyên şer ên Fermandariya Hêzên Hewayê duh operasyon birin ser herêma Qendîlê ya li bakurê Iraqê.
Di operasyonê da teyareyên bêmirov sitargeh, cebilxane û depoya sotemeniyê tesbît kirin û teyareyên şer jî li cihên tesbîtkirî xistin. Piştî ku li cebilxane û depoyên sotemeniyê xistin qasî çend deqîqeyan teqînan dewam kir û şewat derket.
Dîmenên dema îmhekirina hedefan jî hatin kişandin.