Nihat Kavşut
27 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2017
ANKARA
Lijneya Bilind a Hilbijartinê piştî hejmara parlementeran derket 600î li gor nifûsa sala 2016an hejmara parlementerên bajaran ji nû va sererast kir.
Li gor biryara îro di Rojnameya Fermî da hat weşandin hejmara parlamenteran ji 550 derket 600î û ev biryar wê di hilbijartina Meclis û Serokomariyê ya ewil da bikeve rewacê.
Bi guherîna teze hejmara parlamenteran li Agiriyê derket 5an, li Diyarbekirê derket 12an û li Şanliurfayê jî derket 14an.
Li gor guherîna teze hejmara parlamenterên bajaran wiha ye:
"Edene 15, Adiyeman 5, Afyonkarahîsar 6, Agirî 5, Amasya 3, Enqere 36, Antalya 16, Artvîn 2, Aydin 8, Balikesir 9, Bilecîk 2, Bîngol 3, Bidlîs 3, Bolu 3, Burdur 3, Bursa 20, Çanakkale 4, Çankiri 2, Çorum 4, Denizlî 8, Diyarbekir 12, Edirne 4, Elezîz 5, Erzincan 2, Erzirom 6, Eskîşehir 6, Gazîentab 14, Gîresun 4, Gumuşhane 2, Hekarî 3, Hatay 11, Isparta 4, Mêrsîn 13, Stenbol 97, Îzmir 28, Qers 3, Kastamonu 3, Kayserî 10, Kirklarelî 3, Kirşehir 2, Kocaelî 13, Konya 15, Kutahya 5, Meletî 6, Manîsa 10, Kahramanmeraş 8, Mêrdîn 6, Mugla 7, Mûş 4, Nevşehir 3, Nîgde 3, Ordu 6, Rîze 3, Sakarya 7, Samsun 9, Sêrt 3, Sînop 2, Sêwas 5, Tekirdag 7, Tokat 5, Trabzon 6, Tuncelî 2, Şanliurfa 14, Uşak 3, Wan 8, Yozgat 4, Zonguldak 5, Aksaray 4, Bayburt 2, Karaman 3, Kirikkale 3, Batman 5, Şirnex 4, Bartin 2, Erdexan 2, Îdir 2, Yalova 3, Karabuk 3, Kilîs 2, Osmaniye 4 û Duzce 3."