Elif Orhan
31 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 02 Sibat 2019
VAN
Li Hewzeya Gola Wanê ya ku lê ji sedan cinsên çûkan ên li Tirkiyeyê 234 tên dîtin di serî de flamîngo, qaza Iraqî, masîxwer, çiqîldirêj, qerebeşk, dûvreq gelek cureyên çûkan dijîn.
Hewzeya Gola Wanê yek ji wan navendan e ku hin cinsên çûkan dema ku ji Afrîkaya Bakur diçin Îranê lê disekinin û ji aliyê cureyê çûkan û populasyona wan ve hewze balê dikşîne ser xwe.
Hewza yek ji wan cihan e ku zanyarên çûkan ji bo zanista çûkan lê lêkolînan dikin.
Ekîbên Midûriya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî di van demên dawîn de ji bo çûkên ku li cihên avî bêpirsgirêk bikarin xwarinê bixwin, qada jiyana wan a siruştî bê parastin û bi hêsanê zêde bidin xebatan dikin.
Hewzeya ku lê gelek cins di heman demê de tên dîtin ji bo ziyaretvanan dîmenên gelek xweşik derdixînin holê.
Hîndekarê Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (ZYY) Prof. Dr. Ozdemîr Adizel daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de got ku di encama aktîvîteyên çûkan ên ku li hewzeyê hatin kirin û xebatên din hişmendiyeke girîng çêbû.
- "Dema ku nêçîrvaniya qaçax kêm bû jimara çûkan zêde bû"
Adizel qal kir ji bo ku hesasiyeta hember jiyana beyanî bê zêdekirin xebatan dikin û got ku "Bi rastî jî li hemû cihên avî yên li Hewzeya Gola Wanê hember jiyana beyanî hişmendiyeke hawirdor a erênî çêbû. Ekîbên Midûriya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî, hêzên ewlehiyê xebateke gelekî girîng dikin. Lewra jî nêçîrvaniya qaçax gelekî kêm bû. Di encama vê yekê de jî çûkên li hewzeyê zêde bûn."
Adizel diyar kir ku zêdebûna di populasyona çûkan de kêfxweşiyê dide û wiha axivî:
"Hin cisnên çûkan ên li cîhanê yên ku cisnê wan ber qelînê ne jî li hewzeyê hene. Ev hewze li cîhanê ji bo çûkan qadeke girîng e. Wek mînak dûvreq cureyeke qazên beyanî ye ku li cîhanê jimara wan her ku diçe kêm dibe. Zivistanê li Gola Burdurê derbas dikin û mehên biharê jî li hemû Anadoluyê belav dibin. Me di encama xebatan de ji bo ku di raya gel de şiûrek çêbe encamên erênî bi dest xistin û em herêmên ku ev cisn lê dijî û lê zêde dibe diparêzin."