23 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2016
ÎZMÎR
Serokomar Erdogan: "Çaxa ku bombe di ser Kilîsê da diket digotin 'Dewlet tu li ku derê yî, Hikûmet li ku derê yî'. Wexta ku di ser kesên ku bombe diavêtin Kilîsê da diçî îcar jî dibêjin 'Ma em ê dinyayê xilas bikin?' Ev merivên çito sef in. Tabî em ê herin. Me di serî da çima got 'herêma ewledar a ji terorê hatiye paqijkirin' bê îlankirin. Me got sebir sebir lê belê fehm nekirin, me jî wê çaxê got 'Em ê bi tenê li welatê xwe ne, em ê li wê derê jî ser terorê da herin'. û hêzên me yên çekdar bi Artêşa Sûriyeya Azad ra wê derê hel dikin."
"Bawer bikin miletê tirk roja 15yê tîrmehê çawa li azadî û pêşeroja xwe xwedî derketibû, vê dorê jî wê li kesên ku ji bo pêşeroja miletê xwe dixebitin û rîskê hildidin jî wê xwedî derkeve."
"Bala xwe bidinê ev êrîşan ji bo xerakirina îstîkrar û rewşa ewlehiyê tê kirin. Bi van êrîşan dixwazin enerjiya Tirkiyeyê bişîkinin, Tirkiyeyê ji pêşketinê û ji veberhênanê dûr bixin. Dixwazin em bikevin tirsa ewlehiyê û bibin mehkûmê nediyariyê. Lê me guh neda van lîstikan û em nakevin jî û me ev listîk jî heta niha deşîfre kirin."