Haydar Şahin
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
VAN
Tûrîstên xwecî yên ku hatin Wanê di nav mozên mozvanekî da kincên taybet li xwe kirin û ji pêtekan hingiv derxistin.
Ziyaretvanên ku bi saziyeke turê va hatin bajêr bûn mêvanê Omer Akbulakê mozvan û li tehma îkramên herêmî mêze kirin.
Akbulak ji mêvanan ra qala qayîdeyên ku dibê di nav mozan da guh bidinê kir. Paşê ziyaretvanên ku qiyafetên taybet li xwe kirin hingiv derxistin û hingivê ku derxistin jî ji xwe ra kirîn.
- "Em kêfxweş bûn"
Şevkî Ozluyê ku bi qîza xwe ya Ece ra ji Îzmirê hat Wanê got ji bo ku ceribandineke wiha ji destê wî neçe bi komê ra hingiv derxist.
Ozlu got ji derxistina hingiv zehf kêfxweş bûn û wiha axivî: "Me bi fînaleke xweş va gera xwe temam kir. Qasî derxistin û qetkirina hingivê tebiî ya xweş ew bû ku me li dewsa wê tehma hingiv mêze kir."
Gul Ocala ku bi qîza xwe ya Deniz ra ji Îzmirê hat Wanê jî diyar kir ku însanên Wanê zehf baş in, tebîeta herêmê zehf xweş e.
Ocalê got cara ewil derxistina hingiv ceriband û wiha got: "Me hingiv ji pêtekan derxist. Ya rastî tiştekî balkêş bû. Min qet hingiv nedixwar û eleqeya min bi şekir ra tune lêbelê min li vê derê bi rihetî hingiv xwar. Ya rastî ez qet jê aciz nebûm."
Denîz Ocalê destnîşan kir ku ya ku ji bo herêmê xeyal dikir û ya ku dît ji hev zehf cuda ne û wiha pê da çû:
"Dibê em her aliyên Wanê bigerin û nas bikin. Me cara ewil hingiv derxist. Min jî berê hingiv nedixwar lêbelê tehma vî hingivî zehf cuda ye û xweş e. Meriv demildest fehm dike ku şekir di nav da tune. Yên ku vî karî bi rêya endustriyel dikin bi vî awayî nakin. Me hingivê rastî li vê derê dît. Me bi xwe hingiv derxist û xwar. Ez niha ji berê zêdetir fehm dikin ku çima Urartuyan ev dera tercih kiriye."