14 Mijdar 2015•Rojanekirin: 14 Mijdar 2015
PARÎS
Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande ji ber teqînên li Parîsê qewimîn ziyareta xwe ya ku wê ji bo Civîna Lîderên G-20ê bihata Tirkiyeyê betal kir.
Agahî ji ser hesabê twîtterê yê Qesra Elyseeyê de hat parvekirin û hat ragihandin ku serdana Hollandeya Tirkiyeyê hat betalkirin.
Hat gotin ku Hollande sibê li Qesra Elyseeyê wê Konseya Parastinê kom bike.