Di çarçoveya Operasyona Firat Kalkani ya dijî bakurê Sûriyê da bi guleyên top û roketavêjên pirserî va li dijî 81 hedefan 294 gule hatin agirkirin, guleagirkirin berdewam e.
24 Tebax 2016•Rojanekirin: 24 Tebax 2016
Ankara
ANKARA
Ji çavkaniyên leşkerî hat ragihandin ku di çarçoveya Operasyona Firat Kalkani ya dijî bakurê Sûriyê da bi guleyên top û roketavêjên pirserî va li dijî 81 hedefan 294 gule hatin agirkirin, guleagirkirin berdewam e, du F-16 ên ku timî li asîman in jî hedefên ku destxwera tên tespîtkirin, bordûman dikin.
Bi operasyon ku Hêzên Wezîfeya Taybet ya Hevpar a Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) û hêzên hewayî yên koalîsyonê birin ser Cerablûsa herêma girêdayiyê Heleba bajarê Sûriyeyê va tê armanckirin ku sînor bê parastin, di çarçoveya têkoşîna li hemberî DAEŞê da piştgiriya hêzên koalîsyonê bê kirin û yekîtîya axa Sûriyeyê bê parastin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên eskerî hat hildan di çarçoveya tevgerê da saet di 04.00an da ji ser sînor avêtina top û ÇNRAyan dest pê kir ji bo derbasbûna aliyê wî alî cihên ku berê hatibûn kifşkirin bi makîneyên kar va hatin vekirin. Di saet 05.45an da avêtina top û ÇNRAyan bi dawî bûn û di saet 06.08an da jî operasyona hewayî dest pê kir û di navbera 06.10 û 06.30yî da jî operasyonê dewam kir.
- 12 hedef hatin îmhakirin
Di encama avêtina top û ÇNRAyan va 70 hedefên ku hatibûn tespîtkirin bi serfirazî hatin îmhakirin.
Li ser hedefên herêmên Cerablûs û Keklîceyê ji hewayê va operasyon hat kirin û balafirên F-16 yên Fermandariya Hêzên Hewayî jî beşdarî operasyonê bûn û 12 hedefên ku hatibûn tespîtkirin heta saet 07.50yî ji hêla balafiran va bi serfirazî hatin îmhakirin.
Di çarçoveya tevgerê da ji bo derbasbûnê vekirina cihan didome.
- Fermandarên rayedar li navendên tevgerê ne
Bi operasyonê va tê armanckirin ku sînor bê parastin, di çarçoveya têkoşîna li hemberî DAEŞê da piştgiriya hêzên koalîsyonê bê kirin û yekîtîya axa Sûriyeyê bê parastin.
Di vê navberê da ji destpêka operasyona li ser bakurê Sûriyeyê vir va Serokê Sererkaniyê Orgeneral Akar, Serokê 2yemîn ê Sererkaniyê Dundar û fermandarên din ên rayedar û fermandarên hêzan ji bo birêvebirin û şopandina operasyonê li Navenda Tevgera Fermandariya Hêzên Çekdar a Baregeha Serokatiya Sererkaniyê amade ne û kar û bar li wir bi rê va dibin.