17 Tebax 2016•Rojanekirin: 17 Tebax 2016
ANKARA
Bi biryanameya ku hikmê wê wek qanûnê ye û hejmara wê 670ê ye û ji ber rewşa derasayî hatiye derxistin ve, ji kamuyê 196 xebatkarên ku eleqeya wan bi Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) re heye, ji wan in û yan jî bi wan re tevdigerin, 112 kes ji Hêzên Çekdar ên Tirkan, 24 ji Fermandariya Ewlehiya Qeraxê, 2 hezar û 360 xebatkar jî ji Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê ji kar hatin derxistin. Karmendiya van kesan qediya.
- "Kesên ku di ezmuna KPSSyê ya di sala 2010an de hatine wezîfedarkirin wê ji kar bên avêtin"
Bi biryanameya ku hikmê wê wek qanûnê ye û hejmara wê 670ê ye di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Di qanûnê de der barê Ezmuna Hilbijartina Xebatkarên Kamuyê (KPSS) ya sala 2010an de wiha hat gotin: "Di ezmuna KPSSyê ya ku di 10 û11ê tîrmeha 2010an de çêbû de kesên ku li gor encama testan hatin wezîfedarkirin wê di karê xwe de bixebitin. Lê kesên ku pirs û bersivên vê ezmunê bidereqanûnî beriya ezmunê an jî dema ezmunê bi dest xistine û paşê hatine wezîfedarkirin, wê ji kar bên derxistin."