30 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2015
VAN
Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag got: "Kurd damezrênerên bingehîn ên vê komarê ne. Ew kesên verastkirina Şerê Rizgariyê dikin ma qey nizanin ku kurdan jî bi xwîna xwe ve moreke dîrokî li avakirina vî welatî xistiye."
Yuksekdaga ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Wanê bû bi mixtarên taxên navenda Edremît, Tûşba û Îpekyoluyê navçeyên Wanê re hat bal hev. Civîn li Eywana Civînê ya Odeya Pîşe û Bazirganiyê ya Wanê hat kirin.
Hevseroka Gişt ya HDPê Yuksekdagê bal kişand ser pîrozbahiyên ku bi munasebeta salvegera damezrandina 92yemîn a Komara Tirkiyeyê û destnîşan kir ku di nav avakarên komarê de kurd jî hene û wiha pê de çû: "92, 93 sal e em wek welatiyên vê axa ku li serê dijîn nayên qebûlkirin. Me wek welatiyên wekhev nahesibînin."
Yuksekdagê axaftina xwe wiha domand: "Kurd damezrênerên bingehîn ên vê komarê ne. Ez naxwazim berê xwe bidim dîrokê û muhasebeya Şerê Rizgariyê bikim. Lê ew kesên qala Şerê Rizgariyê dikin ma qey nizanin ku kurdan jî bi xwîna xwe ve moreke dîrokî li avakirina vî welatî xistiye."