23 Gulan 2016•Rojanekirin: 24 Gulan 2016
ANKARA
Sererkaniyê daxuyand ku leşkerê di operasyonên Şirnexê de birîndar bûbû û li nexweşxaneya GATAyê tedawî dibû, şehîd ket.
Serokatiya Sererkaniyê li ser malpera înternetê daxuyaniyek da û wiha got: "Di 12ê Gulana 2016an de dema operasyonên li Şirnexê dewam dikirin leşkerek giran birîndar bû. Ev hevalê me yê qehreman yê ku li GATAyê tedawî dibû li hember hemû hewldanan di 23 Gulana 2016an de di saet 02.30an de şehîd bû."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rehma Xwedê li şehîd be, Xwedê sebrê bide malbat û eqrebayên wî.