Haydar Şahin
29 Îlon 2017•Rojanekirin: 30 Îlon 2017
ANKARA
Li Saraya navçeya Wanê 23 wezîfedarên gumrikê yên ku hat tesbîtkirin di karûbarên fermî yê wesayîtên ticarî yên ku ji Gumrika Kapîkoyê derbas dibin da karên dereqanûnî kirine û jê menfaet bi dest xistine hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan da hat diyarkirin ku ekîbên Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Fermandariya Cendirmeyên Bajêr tesbît kirin ku li Gumrika Kapîkoyê bi taybetî di karûbarên fermî yên wesayîtên xurekbarkirî da karên dereqanûnî tên kirin û kesên vê dikin qezenca neheq bi dest dixin û li ser vê operasyon dan destpêkirin.
Ji bo derdestkirina 25 kesên ku di nav wan da 22 wezîfedarên gumrikê hene biryara binçavkirinê hat dayîn û paşê di operasyona ku li 10 bajaran hat kirin û navenda wê Wan e da 23 kes hatin binçavkirin.
- Midûrê deriyê gumrikê jî hat binçavkirin
Hat ragihandin ku di nav 22 wezîfedarên gumrikê yên hatin binçavkirin da Midûrê Gumrika Kapîkoyê jî heye.
Der barê şikbaran da ji ber sûcên "sextekariya di belgeyên fermî da, bertîl û mixalefeta li dijî Qanûna Qaçaxçîtiyê ya bi hejmara 5607an" karûbar hatin dîtin.